Untitled - Nivîskar

Transkript

Untitled - Nivîskar
25
1
PÊŞEK
Ji bo nebûna perwerdehiya bi zimanê kurdî termînolojiya perwerdehiyê jî nîn e. Ev jî
dibe zor û zehmetiya destpêka perwerdehiyê bi Kurdî. Ji bo ku perwerde bi Kurdî hebe divê
meteryal û pirtûkên perwerdehiyê jî hebin. Ji bo hemû ast û waneyan divê pirtûkên cuda
hebin. Tiştekî gelek girîng; divê zaravên ku di van pirtûkan de têne bikaranîn jî heman bin.
Meteryalên perwerdehiyê pir hesasin, ne weka roman an jî helbestekî ne. Ji bo derûnîya
zarokan û ji bo perwerdehiyeke zanistî divê zaravên pirtûkan standart bin.
Ji bo van sedemên bi lezgînî dîvê xebateke neteweyî li ser zaravên perwerdehiyê dest
pê bikira. Bi hevkariya TZP-Kurdî û TMMOB(Yekîtiya Endezyar û Avahîsazên Tirkiyeyê) li ser
zaravên teknîkî û zanistî xebatek dest pê kir. Ev pêşxebat ji tîrmeh’a 2011 yan va heta gulanê
dom kir. Di van xebatên pêşî da ji saziyên endezyaran 14 endezyar û avahîsaz bi awayekî aktîf xebitîne. Ji saziyên endezyar û avahîsazan ê Amedê Odeya Endezyarên Elektrîkê, Odeya
Endezyarên Maşînê, Odeya Endezyarên Avahiyê, Odeya Endezyarên Erdzaniyê(Jeolojî),
Odeya Endezyarên Çandiniyê, Odeya Endezyarên Nexşe û Kadastroyê, Odeya Endezyarên Madenê(Lajwerd), Odeya Endezyarên Plansazên Bajêr û Odeya Avahîsazan xebat
meşandine. Her sazî komîsyonek ava kiriye û peyvên ku di pîşeya wan de têne bikaranîn
dane hev. Aktîvîstên vê xebatê 2 meh li ser hev heftê 3 roj ji saet 10:00an heta 15:00an
civiyane û li ser peyvên komkirî xebitîne.
Di komxebatê de ji hemû herêmên welat û ji hemû zaravayên Kurdî mêvan-beşdarvan
hatine vexwandin da ku ev komxebat bibe neteweyî. Ji rojhilat, başûr, bakûr, başûrê biçûk,
xorasana îranê, Tirkiye û Ewropa… Ji bo ku ji hemû herêmên Kurdistanê û ji hemû zaravayên
Kurdî kes tevlî bibin wek berpirsiyarên komxebatên me hewl da.
Ji bo komxebatê me zimanzan, endezyar, avahîsaz û mamosteyan vexwend. Zimanzan
ji bo ku ev xebat xebata ziman e, endezyar ji bo ku ev xebat xebata teknîkî ye, mamoste jî ji
bo ku ev xebat ji bo bingeha perwerdehiyê ye.
Ji bo ku ev komxebat bi awayekî zanistî bimeşe kesên ku zimanên din jî zanin tevlî bun,
mîna Îngilîzî, Firansî, Tirkî, Erebî, Farisî, Rûsî…
Piştî vê komxebata yekemîn, di 15yê Gulanê de ev xebat hate pîroz kirin. Pişt re jî ev
xebata yekemîn ku di destê we daye bi navê Fasîkula 1. di vê pirtûkê da çap bû. Ev pirtûk wê
bibe berhema yekemîn a xebata zanistî ku ji hemû zaravayên Kurdî û hemû herêmên welat
tevlêbûn çêbûye. Piştî komxebat tev dawî bibin ev xebat wê bibe Ferhenga Zarav(term)ên
Teknîkî ya Kurdistanî.
Em hêvîdarin kû ev xebat di demeka kin da bi awayekî serkeftî temam bibe. Em sipasiyên xwe yê germ ji bo ked û alîkarîya hemî kes û saziyên ku di van xebatanda cîh girtine ra
dikin.
TZP KURDÎ
TMMOB (İKK’YA AMEDÊ)
2
DELEGEYÊN KOMXEBATÊ
1. Abdulameer Jamel Numan:
Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye. Sekreterê Sendîkaya Endezyarên Kurd şaxa Duhokê ye.
2. Abdulsamet Ucaman:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Çandiniyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi
navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. Bi Erebî, Kurmancî û Dimilî zane.
3. Amed Çeko Jiyan:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Nivîskar û Teknîker e. Xebatên wî yên Kompîtergerî
bi Kurdî hene.
4. Can Êzîdxelo:
Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Xebatên ziman dimeşîne. Bi Îngilîzî û gelek
zaravayên Kurdî zane.
5. Denîz Gunduz:
Ji bajarê Stembolê tevlî komxebatê bû. Ji koma Vate ye û bi salan e xebatên Dimilî
dimeşîne.
6. Dilêr Hesen:
Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Avahîsaz e.
7. Dr. EbuBekir Umer Qadir:
Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Beşa Kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê ye.
8. Dr. Hoger Mahmoud Faraj:
Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Beşa Kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê ye.
9. Dr. Mihemmed Ehmed Seyîd:
Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Beşa Kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê ye.
10. Dr. Osman Ebdûl Berzencî:
Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Beşa Kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê ye.
11. Ebdulsettar Asim:
Ji bajarê Hewlêrê tevlî komxebatê bû. Teknîkerê Elektronîkê ye.
12. Edalet Milan:
Ji bajarê Qezwîn a Îranê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Kîmyayê ye.
13. Enîse Guneylî:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyara Elektrîk-Elektronîkê ye. Mamosteya
Kurmancî ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
3
14. Fakhri Mustafa Sediq:
Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Avahiyê ye Serokê Sendîkaya Endezyarên Kurd şaxa Duhokê ye.
15. Fatma Sümer:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyara Madenê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê
“Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
16. Harun Yalçınkaya:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Erdnasiyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi
navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
17. Hasip Yalçin:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Nivîskar, Jimêryar(Muhasebekar) û mamosteyê
Kurmancî ye.
18. Herdem Doğrul:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Xwendekarê beşa Avahîsaziyê ye. Ji lijneya TMMOB
ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
19. Hesen Guneylî:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Elektrîk-Elektronîkê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. Pirtûka Matematîkê nivîsiyê.
Mamosteyê Kurmancî ye. Edîtoriya malpera endezyariyê bi Kurdî (endezyar.org) dike.
20. Kadir Yılmaz:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi
navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
21. Kadri Dolu:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Nexşe û Kadastroyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
22. M. Emin Tümür:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi
navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. Mamosteyê Kurmancî ye.
23. Mahmut Nêşite:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Ji koma Vate ye û bi salan e xebatên Dimilî
dimeşîne.
24. Mohammed Milan:
Ji bajarê Qezwîn a Îranê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye.
25. Nedim Tüzün:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Elektrîkê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi
navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
4
26. Nîhat Noyan:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Avahiyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê
“Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
27. Ramazan Hemze:
Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Erdnasiyê ye.
28. Samî Tan:
Ji bajarê Stembolê tevlî komxebatê bû. Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ye.
Nivîskar e û pirtûka wî ya Rêzimana Kurmancî heye. Mamosteyê Kurmancî ye jî.
29. Sebrî Hesen Sebrî:
Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Fizîkê ye.
30. Serwet Deniz:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Edîtor û Mamosteyê Kurmancî ye.
31. Suat Yavuz:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi
navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. Mamosteyê Kurmancî ye.
32. Şerefxan Aydın:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Avahîsaz e. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya
xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
33. Zagros Haco:
Ji Ewropa tevlî komxebatê bû. Endezyarê Telekomunîkasyonê ye.
34. Zana Farqînî:
Ji bajarê Stembolê tevlî komxebatê bû. Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ye.
Nivîskarê ferhengeke mezin ya Kurdî-Tirkî ye.
5
SIPASÎ
Em li ser navê komîsyona TMMOBê ku 9 meh e ji bo zaravên teknîkî xebat dimeşîne ji
bo piştgiriya wan sipasiyên xwe ji ;
Serokê Odeya Avahîsazan birêz Necati Pirinççioğlu
Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê birêz Şîhat Şengal
Serokê Odeya Endezyarên Elektrîkê birêz İdris Ekmen
Serokê Odeya Endezyarên Avahiyê birêz Turan Kapan
Serokê Odeya Endezyarên Madenê birêz Mustafa Doğu
Serokê Odeya Endezyarên Makîneyê birêz Mesut Çelik
Serokê Odeya Endezyarên Erdnasiyê birêz Harun Yalçınkaya
Serokê Odeya Endezyarên Nexşe û Kadastroyê birêz Hüseyin Kırşan re pêşkeş dikin.
LI SER NAVÊ LIJNEYA XEBATÊN TEKNÎKÎ YÊN KURDÎ YA TMMOBê
6
Peyvên ZELAL ên Yekemîn Komxebata Zaravên Teknîkî
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Acûr :: Xişt
Tuğla
Brick
Adan :: Kêrhatî :: Çust :: Kargîn
Verim
efficient
Adapte :: Guncandin
Adepte :: uyarlama
Adopt :: adapt
Adjoînt :: hevpar :: Pêkbend
Eklenik :: ortak parçalı
Adjoint
Agirgir
Yanıcı
flammable
Agirnak :: Sojer
Yakıcı
burning :: Caustic
Ajel :: Ajal
Hayvan
Animal
Akû :: Komker
Akü :: akümülatör
Accumulator
Alav :: Amraz
Alet
tool
Alî :: Araste
Yön
Direction
Alterasyon :: Guherîn
Alterasyon :: Bozulma
Alteration
Amadekirin
Hazırlama
Preparation
Amêje :: Darişte
Alaşım
Alloy
Amper-pêç
Amper sarım (akım
mıknatıslık birimi)
Ampere- turn
Analîtîkî :: Şîkarî
Çözümsel :: analitik
Analytical
Anod
Artı uç
Anode
Anod
Anot
Anode
Araste :: berek
Doğrultu
Direction
Arik :: Asreq :: Sepîtk :: Serke :: Mîç :: Qatî
Tavan
Ceiling
Arîze :: Girift
Arıza
Defect
Aspîrator :: Bakêş :: Hewakêş
Aspiratör
aspirator
Asteng :: Berbest
Engel
barrier
Astenga Coulomb :: BerbesteCoulomb
Coulomb engeli
Coulomb barrier
7
8
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Asûna dawî :: Cîgeha dawî :: Duwacih
Nihai pozisyon
End position
Asûna nêtar :: Asûna bêlayen
Nötr konum
Neutral position
Aşê keviran :: Berhêr
Çakıl değirmeni
Pebble mill
Atomên wergir :: Gerdîleya wergir
Alıcı atomlar
Acceptor atoms
Ava jêrerd :: Ava jêrzemîn
Yeraltı suyu
Groundwater
Ava jêrzemîn :: Ava binerd
Serbest yer altı suyu
Free phreatic water
Ava kaniyê :: Kanîav
Kaynak suyu
Spring water
Avahî
Yapı
Building
Avahîkar
İnşaatçı
builder
Avahîkarî
İnşaatçılık
Building
Avakirin
İnşa etmek
Build
Avêtina kevaneyî :: Avêtina xwar :: Avêtina lar
Eğik atış
Oblique shot
Avkêşî :: Avtêbihurî :: Dellandin
Su geçirgenliği
Water permeability
Avnasî
Su bilim
Hydrology
Avnekêş :: Avgîr :: Avnemij :: Avragir :: Avtênebihur
Su geçirmez
watertight
Axa gelêşî :: Axa rizî
Humuslu toprak
Humic soil
Axa sor :: Gila sor
Kırmızı kil
Laterite
Axban
Toprak dam
Soil roof
Axur
Ahır
stable
Baca Maldariyê :: Baca xanûberan
Emlak vergisi
Land tax :: property
tax
Bacdarkirin
Vergilendirme
Taxation
Bakterî
Bakteri
Bacteria
Balafirgeh :: Firokexane
Havalimanı :: Hava alanı
Airport
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Balisk :: akasya zer
Sarısalkım :: sarı akasya ağacı
Laburnum vulgare
griseb
Ban
Dam
Roof
Ban
Çatı
Rack
Band
Şerit :: bant
Band
Banda îzolasyonê :: Têp :: Banda şiyareker
Yalıtıcı bant
Insulation tape
Bar
Yük
Load
Barê erdhêjê :: Barê bûmelerzê
Deprem yükü
Earthquake load
Bariste
Kütle
Mass
Barkirin
Yükleme :: doldurma
Charging :: load
Barkirin
Şarj etmek
Charging :: load
Barometre :: Barometir :: Pestanpîv
Basınçölçer :: barometre
Barometer
Baskê bergir
Direnç kolu
Resistance arm
Baskê hêzê
Kuvvet kolu
Force arm(pivot)
Baştirîn
Optimum
Optimum
Bauhaus
Bauhaus
Bauhaus
Bax :: Baxçe :: Rez
Meyve bahçesi
Orchard
Baxçe
Bahçe
Garden
Bazine
Daire
Circle
Bazineyî
Dairesel :: çembersel
Circular
Bêber
Verimsiz
Unproductive
Bêgazkirin
Gazsızlaştırma
Degasifying
Bêgazkirin
Gazsızlaştırmak
Degas degaiseren
Bendava axî :: axebendaw
Toprak baraj
Earth dam
Bendava betonî :: konkirîtebendav
Beton baraj
Concrete dam
Bendava bi axê dagirtî
Dolgu baraj
Earth Fill dam
9
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Bendava bi keviran dagirtî :: Bendava Berdrêj
Kaya dolgu baraj
Rock fill dam
Bendava bipayenda :: bendava bipalpişt
Payandalı baraj
Buttress dam
Bender :: bendergeh :: Lengergeh
Liman
Harbour :: harbor
Bengele
Makas
Truss
Benzînxane :: gazxane
Benzin istasyonu
gas station
Ber :: panî
En
Width
Berahiya pêlê :: Firehiya pêlê ::
Dalga genliği
Amplitude of wave
Berbank
Teras
terrace
Berdbir
Taşçı
stonecutter
Bergegirî
Sürekli mukavamet
Durability
Bergirên hevrêk :: Bergirên hawrêk :: Bergirên terîbî
Paralel dirençler
Resistors in parallel
:: Parallel resistors
Bergirî
Mukavamet
Resistance
Bergiriya erdhêjê :: Bergiriya bûmelerzê
Deprem dayanımı
Earthquake resistance
Berhema paşîn :: diwaberhem
Nihai ürün
Finished product
Berhilanîn :: Berubûm
Ürün
Harvest
Berkaş :: Rempa :: Riyêlêj
Rampa
ramp
Bermal
Taban :: kat
Floor
Bermayî :: jêmayî
Artık
Residual :: gob
Berxwedêrî
Dayanım
Strength :: resistance
Beş :: Encam
Bölüm
Quotient
Beş :: Pişk
Bölme
Partition
Bêtixûb :: Bêsînor
Sınırsız
Unlimited
Beton
Beton
Concrete
10
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Betona amade
Hazır beton
Ready-mixed
concrete
Betona şîşbendkirî :: Betonarme
Betonarme
reinforced concrete
Biçûktirîn çendcareya hevbeş(BÇH)
En küçük ortak kat(EKOK)
Least common
multiple(lcm)
Bidestkirî :: Destkird :: Çêkirî
Yapay
Artificial
Bijarte
Bookmark
Binesazî :: Jêrsazî
Alt yapı
Substructure
Binrûbar :: Binzê :: Jêrrûbar :: Jêrzê
Nehir yatağı
River bed
Binwaşe(avahî) :: Binistir(xaniyên axî) :: Binaxe :: Hîm ::
Bingeh:: Bin
Temel(inşaat)
Foundation
Binzemîn :: Binax
Yeraltı
Underground
Bîra arasteyî
Yönlü kuyu
Directional well
Bîra deranînê :: Bîra hilkêşanê
Nakliyat kuyusu
Haulage
Birc :: Tawir
Kule
Tower
Birqonek :: Birîqedar :: Teyîsî :: Wirşe
Parlak
Bright
Birrîn
Kesme
cutting
Boxesang :: Gîre
Cendere
Clamp
Bûlwar
Bulvar
Avenue
Bûtik :: Bişkoj :: Çiro
Tomurcuk
Fruit-bud
Caran
Çarpı
Times
Cax
Merdiven korkuluğu
Balustrade
Cehtirî :: Catre :: Anûx
Kekik
thyme
Cemser
Ucay :: Kutup
Pole
Cemsergirî
Düzlemsel ucaylanım ::
Kutuplanma
Polarization
Cemserî
Ucaylı :: ucaysal
Polar
11
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Cerbader :: Dernefîs
Tornavida
screwdriver
Cihguherîna Arîtmetîk
Aritmetik kaydırma
Aritmetic shift
Cilşok :: Cilşor
Çamaşır makinesi
washing machine
Cîr :: Nerm
Esnek
Flexible
Cîrî :: Nermî
Esneklik
Flexibility
Cuda :: cihê :: ciyawaz
Farklı
Different
Cure :: Cor
Cins
Kind
Curehiya biyolojîkî :: Curehiya Jîndehî :: Corewcorî zîndeyî
Biyolojik çeşitlilik
Biodiversity
Çakkirin
Tamirat
Repairs
Çandin
Ekim :: Ekme
Planting
Çandiniya textayî
Düze ekim
Flat planting
Çandinkar :: Çandinvan
Tarımcı :: Ziraatçı
Agriculturist
Çap
Yaz
Print
Çaper
Yazıcı
Printer
Çargoşe
Kare
Square
Çaryek bazine
Çeyrek çember
Quadrant
Çawanî :: Sîma :: Sexlet :: Senînî
Nitelik
Feature
Çendcare
Kat :: Katsayı
Multiple
Çendcarjimar :: Hevkolke :: Jimara çencar
Katsayı
Coefficient
Çeng :: Zengil :: Zeng
Çan
bell
Çerxa dirandar :: Çerxî dandar
Dişli
Gear
Çîm :: Firîz :: Çîmen
Çim
Lawn
Çirî
Özkütle
Mass density
Dabeşbar
Bölünebilir
divisible
Dabeşkirî :: Dabeşkiraw
Bölünen
divided
Dahurîn :: Şîkarî(math)
Çözümleme
analysis
12
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Danan :: Danîn :: Sazkirin
Tesis etmek :: Kurmak
installation
Danhevî :: Xistneser :: Komkirin
Toplama
Addition
Dara Kizwanê :: Dara şengêlê :: Dareben :: Dara benîştê
Bıttım ağacı
Pistacia eurycarpa
yalt
Darêj
Döküm
Casting :: dump
Darişteya kanzaya req :: Amêjeya metala req
Sert metal alaşımı
Hard-metal alloy
Dataşraw :: Piraştî
Türev
Derivative
Dehgoşe
Ongen
Decagon
Dehî :: Desrayîn
Ondalık
Decimal
Demara Madenê :: Reha madenê :: Rega madenê
Damar
Vein :: lode
Dep
Kalas
Wood :: Plank ::
Timber
Depokirina avê :: Embarkirina avê
Su depolama
Water storage
Derketin
Çıkış
Sign out
Derkirdin :: Lêderkirdin :: Jêderxistin
Çıkarma
Subtraction
Derxistin :: Dernan
Çıkarmak
Eject
Dîelektrîk
Dielektrik
Dielectric
Dij
Tersit :: karşıt
Anti
Dînamîk
Dinamik
Dynamick
Diranok(Diranoka çerxê) :: Danik
Çark dişi
Gear
tooth(Mechanical
gear)
Dirêjiya Pêlê :: Dirêjî şepol
Dalgaboyu
Wavelength
Dîrok
Tarih
History
Dûkêş :: Kulek
Baca
Chimney
Dula yeksan :: Çêwî kenar
İkizkenar
Isosceles
Dûrahiya avêtinê :: Heter :: Mesafe
Fırlatma mesafesi
Length of throw
13
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Eger :: Şîmane :: Dibetî
Olasılık
Probability
Encama lêkdanê
Çarpım
Product
Encame :: Rizde :: Nêrûmê :: Menteşe
Menteşe
Knuckle
Endezyariya Jîngehê
Çevre mühendisliği
Engineering of
Environment
Endezyariya Xorakê
Gıda mühendisliği
Food Engineering
Erd :: Zevî :: Qad :: Arazî
Arazi
Field
Erdkêşî :: Kêşkirin :: Kêşan :: Hêza kêşkirinê
Yer çekimi
Gravity :: force of
gravitiy
Estetîk :: Ciwankarî
Estetik
aesthetic
Ewrbir :: Hewrbir
Gökdelen
Skyscrapper
Eyar
Kalibre
Caliber
Eyar
Ayar
adjustment
Eyarkirin
Ayarlama
Calibration
Ezmûn :: Pişkinîn :: Taqî(Laboratuwar) :: Ceribandin :: Cerebnayîş
Deneme
Experiment :: Try: Test
Ezmûnî
Denek
Experimental
Fosîl
Fosil
Fossil
Gîrawe
Çözelti
Solution(Kîm.)
Girêdan :: Bestin
Bağlantı
connection
Goşeya ji derve :: Teberhoke
Dış açı
Exterior angle
Goşeya ji navda :: Zerehoke
İç açı
Internal angle ::
Interior angle
Goşeya teng :: Goşeya tîj :: Tenghoke
Dar açı
Acute angle
Goşeya vekirî :: Goşeyî kirawe :: Firehoke
Geniş açı
Obtuse angle
Goşeya wekyek :: Yeksanhoke
Eş açı
Congruent angle
Goşeya westaw :: Goşeya rawestiyayî
Dik açı
Right angle
Guherîn :: Guherandin :: Gorrîn
Değişme
Change(to)
14
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Guherto :: Dane
Versiyon
Version
Guhêzbarî :: Derbasbarî
Geçirgenlik
Transmissivity
Gulbijêr
Tercih
Preferences
Guvêşok
Sıkacak
Squeezer
Hawadarkirina radyal
Radyal havalandırma
radial ventilation
Hêlê Tîrekî
Köşegen
Diagonal line
Hemta(Math) :: Hevseng(Fizîk)
Orantılı
Balance
Herêmî :: Navçeyî :: Endemîk
Yerel :: Bölgesel
Endemic
Heriya hilkolanê
Sondaj çamuru
Drilling mud
Hesab
Hesap
Acount
Hevseng
Denge
Equilibrium
Hevyek :: Homojen
Homojen
Homogeneous
Hewadarkirin :: Baguherîn :: Ba gorke
Havalandırma
Ventilation
Hewreban
Çatı katı
attic
Hilgirtin
Kaydetmek
Save
Hilimbûn :: Behelimbûn :: Pûxbûyîn
Buharlaşma
Vaporization
Hilkolina Zivirok
Rotary sondaj
Rotary Driling
Hîm :: Bingeh :: Bin :: Binke(math) :: Binçîne(math)
Taban :: temel :: Esas
Base
Hîmî :: Binçîne :: Bingehîn :: Esasî
Temel
basic
Hûrbîniya xêzî :: wirdbînî hêlî
Doğrulu :: doğrusal
linear accuracy
Jêbarkirin
İndir
Download
Jêderên Avê
Su kaynakları
Water resources
Jêkirin
Kes
Cut
Jibergirtin
Kapyala
Copy
Jihevkirin :: Helweşandinewe
Sökme
Demounting ::
dismantling ::
disassembly
15
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Jimara binçîneyî
Taban sayı
Base number
Jimareya Xwebeş
Asal sayı
prime number
Jimêre :: hesab
Hesap
Calculation
Jimêreya rezervê
Rezerv hesabı
Reserve calculation
Jîngeh
Çevre
Environment
Kamkêşî :: Hîdroskopîk
Nemçeker :: Su tutan
Hygroscopic
Kana Rejûyê :: Kana Xelûzê :: Kana Komirê
Kümür ocağı
Coal Mine
Kanav :: Ava madenî :: Ava kanzayî
Maden suyu
Mine water
Kanzaya komirê
Kömür madeni
Coal mineral
Kar :: Tek
Etki(fizik)
Action
Kar û kardanewe :: Tek û bertek
Etki tepki
Action and Reaction
Kardanewe :: Bertek
Tepki(fizik)
Reaction
Karesat :: Bêtar
Afet
Disaster
Karesata sirûştî :: Xişima sirûştî :: Bobelata sirûştî
Doğal afet
Natural disaster
Kargeha şîremeniyê
Mandıra
dairy
Karîgeriya iyona hevbeş
Ortak iyon etkisi
Common ion effect
Katod
Katod
Cathode
Kêm :: Kem :: Kêmek
Eksi
Minus(math)
Kerese
Malzeme
Material
Kerî(Pez) :: Celeb :: Garan(Dewar) :: Col(Pez) :: Revok(Hesp) ::
Ref(-yên difirin) :: Gele(Pez)
Sürü(Hayvan Sürüsü)
Flocks
Keşa kanê
Ocak iklimi
Mine Climate
Kevaneka Lûlpêçî
Kıvrımlı helezoni
spirally curve
Kilîma :: Baxoşk
Klima
Air Conditioner
Kirariya dabeşê
Bölme işlemi
Division operation
Kişan
Genleşme
Expanding
16
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Ko :: Zêdek
Artı
Plus(math)
Kombûn :: Kelekebûn
Birikme
Cumulation
Komxanî
Toplu konut
Mass housing
Ladan
Egim
Declination
Lakêşe
Dörtgen
Quadrangle
Larî
Eğim
Slope
Laterîb
Yamuk
Trapezoid
Lêbarkirin
Yüklemek
Upload
Lêkdan
Çarpma
Multiplication
Lêkdanî
Çarpmak
Multiply
Lêkeft :: Lêkewt
Teğet
Tangent :: Tangential
Lêşaw
Flaks
Flux
Likandin :: Coşdan :: Keldan
Kaynak
Weld
Likandiner :: Coşkar :: Keldankar
Kaynakçı
welder
Litav :: Hezek :: Cimcime :: Zongav
Bataklık
Swamp
Lûle :: Borî
Boru
Pipe
Lûlek
Silindir
Cylinder
Lûleya pestan-berz :: Lûleya pestan-bilind
Yüksek basınc borusu
High-pressure pipe
Madeyê tiwawe
Çözünen Madde
Solute
Madeyê tiwêner
Çözücü Madde
Solvent
Mal
Anasayfa
Home
Malper
internte sitesi
Web page
Meme
Meme
nozzle
Meyildar :: Lagir
Eğilimli
Biased
Movik :: Cumge
Mafsal
joint
Mûc :: Qelem
Keski
Coulter
17
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Nehevyek :: Heterojen
Heterojen
Heterogeneous
Nelihevkirî :: Hevnegir
Uyumsuz
Discordant
Nêrer :: Pêlweşên :: Dezgayê nardinê
Verici
Transmitter
Nîgar :: Nexş
Desen
Pattern
Nîşaneya Erdhejê(Bûmelerzeyê)
Deprem habercisi
Earthquake
precursor
Niştî
Çökel
Sediment
Niştînasî
Sedimantoloji
Sedimentology
Nûketin
Sign up
Pale :: Êlxat :: Werzvan :: Sepan :: Karker :: Karkerên çandiniyê Irgat
Laborer
Parabol :: Birgey hewta
Parabol
Parabola
Parastina lêjî
Şev korunması
Slope protection
Paş
Geri
Back
Paşdahiştî :: Derenghiştî :: Vehiştî
Geciktirilmiş göçertme
yöntemi
Retarded
Paşerokên radyoaktîf :: Avêtiyên radyoaktîf
Nükleer atık
Radioactivewaste
Paşlerze
Artçı sarsıntı
Aftershock
Pêkhata şeşpalûya girtî
Sıkıdolmuş altıgensel yapı
Close packed hexagonal structure
Pêkhateya kevirî :: Pêkhateya berdî
Kayaç yapısı
Rock structure
Perde
Ekran
Screen
Pestîn :: Pestîner
Pres :: Baskı
Press
Pêş
İleri
Forward
Petkirin :: Puxtekirin :: Paqijkirina xamî :: Zengînkirina cewher
Atık (cevher zenginleştirme)
Refuse (ore dressing)
Pêvekirin :: Pêwenan
Yapıştır
Paste
Piledar :: Pilepile
Basamaklı :: aşamalı
Gradual
Pirjandin :: Pijiqandin
Çizgi kaynaklı yağmurlama
Line sprinkler
irrigation
18
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Pîsav :: Arav
Atık su
Waste water
Pişkinîna bîrê
Kuyu testi
Well test
Pişkinîna xwecih
Yerinde deney
In-situ test
Piştre
Sonraki
Next
Pompe
Pompa
Pump
Pompeya xîzê
Çakıl pompası
Sand pump
Qada elektrîkî(Karebayî) :: Biyavî karebayî(elektrîkî) :: Biwara karebayî
Elektrik alanı
Electric field
Qada Mugnatîzî :: Biyavî Mugnatîzî :: Biwarî Mugnatîzî
Magnetik alanı
Magnetic field
Qebare
Hacim
Volume
Qeliştek :: Xane :: Kel :: Kert
Yiv
Groove
Ramalîna baranê
Yağmur erozyonu
Pluvial erosion
Ramalîna kersaxê :: Daxurana kersaxê
Kıyı erozyonu
Beach erosion
Rêbaza teqandinê
Patlatma yöntemi
Blasting method
Rêbaza veguhastinê
Nakliye yöntemi
Transportion method
Rehend
Boyut
Dimension
Rêjeya herikînê :: Dêbî
Debi
Flow rate
Rêjeya pêçewaneyî :: Rêjavajî
Ters orantı
inverse ratio
Rejû :: Xelûz :: Komira kevirîn
Kömür
Coal
Reqî :: Reqatî
Sertlik
Hardness :: toughness
Rezerva jêrerd
Yer altı deposu
Underground
reservoir
Rûder :: Rûkar :: Rûdês :: Peşî
Cephe
Facade
Rûpel
Sayfa
Page
Rûxara Xilîsok :: Rûxara şemetok
Kaygan yüzey
Gliding surface
Serad :: Bêjing
Çamur eleği
Mudscreen :: shale
shaker
19
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Serban
Çatı
roof
Serçaviyên Avê :: Serçimeyê Awe
Su kaynakları
Water sources
Serdan
Ziyaret
Visit
Serdankirî
Ziyaret edilmiş
Visited
Sewax :: Seyandin
Sıva
Stucco :: stucco work
Sifir
Bakır
Copper
Sîlîsdar
Silisli
Siliceous
Sing
Ankraj
Anchor
Stûne (- ser)
Dikme
Perpendicular(to)
Stûnî
Dik :: dikey
Perpendicular
Stûnî :: Tîkane :: tîkî
Dikey :: düşey
Vertical
Şaft
Şaft
shaft
Şembelîlk :: Zengilîlk :: Çilûrey berdîn
Sarkıt
Stalactite
Şikêner
Kırıcı
Breaker
Şîşbend :: Taq
Mazgal
Loophole
Şiyana qelewkirinê
Besi kabiliyeti
Fattening capability
Têketin
Giriş
Sign in
Têketin
Giriş
Login
Teqemenî :: Teqok
Patlayıcı
Explosive
Teşenasî :: Şêwenasî :: Morfolojî
Biçim bilimi
Morphology
Tewle
Manej
Manege :: Manége
Tîre :: Eşkêl
Çap
Diameter
Vantîlator :: Bajen :: Bagork
Vantilatör
ventilator
Veguhastin
Transport
Transport
Veguhastina Asoyî
Yatay nakliyat
Horizontal haulage
20
Kurdî
Tirkî
Îngilîzî
Veguhastina rêhesinî
Raylı nakliyat
Track haulage
Venûkirin
Güncelleme
Update
Vetezekirin
Yenilemek
Refresh
Waşer :: Orîng :: Derzbend :: Dirzbend :: Sîl
Conta :: Tüm açıkları
kapatmak için
Seal
Wergir :: Pêlgîr
Alıcı
Receiver
Wijewij :: Dengedeng :: Noyîz :: Berden
Gürültü
Noise
Wize :: Enerjî
Enerji
Energy
Xalî Hevsengî :: Xala Hevsengiyê
Denge konumu :: Denge pozisyonu
Equilibrium position
Xîç :: çew :: xurde
Çakıl
Gravel
Xîç :: xurde :: zîveber :: xirkeberd
Çakıl taşı
Coarse gravel
Xorak :: Xurek
Gıda
Food
Xul :: Çerx :: Zivirîn
Çevrim :: döngü
Cycle
Xuyanek :: Monîtor
Gözlemek
Monitor
Yekav :: Serav
Can suyu
Lifeline
Yekeya Arîtmetîk :: Yekeya jimêreyî
Aritmetik birim
Aritmetic unit
Yekeyî
Birimsel
Unitary
zimane ::
Klape
clack
Zincîr
Zincir
Chain
Zûres
Erkenci
Early riser
Van peyvan di Yekemîn Komxebata Zaravên Teknîkî(11-15 Gulan 2012) de hatine zelalkirin.
21
ENCAMNAME
Ziman tenê ne alaveke ragihandina nav mirovan e. Ziman di heman demê de ji
bo pêşketina hişmendiya mirovan, ji bo manewiyata mirovan, ji bo hilberîna civakan,
ji bo fikir û ramanan, ji bo nirxandin û şîroveyan û di tehlîl û çesipandinan de xwedî
roleke sereke ye. Di her warî de pêşketina civakan bi pêşketina zimên ve girêdayî
ye. Piştî şerê cihanê yê yekemîn bi parçebûna welatê kurdan desthilatdarên çarparçeyan bi zext, zor û polîtikayên pişaftinê pêşî li pêşketina zimanê kurdî girtine.
Ji ber ku zext û zordariyên desthilatdaran destûr nedaye zimanê kurdî bibe zimanê
perwerdehiyê, termînolojiya zaravên teknîkî ya bi zimanê kurdî di bin bandora zimanê serdestan de maye.
Ji bo sererastkirin û standartkirina zaravên teknîkî;
Bi biryara Koordinasyona TMMOB (Yekîtiya Endezyar û Avahîsazên Tirkiyeyê) a Amedê
û bi hevkariya TZPKurdî, li ser zaravên teknîkî û zanistî xebatek hat destpêkirin. Di van
xebatên pêşîn de ji saziyên endezyaran 13 endezyar û avahîsaz, bi awayekî çalak xebitîn.
Ji saziyên endezyar û avahîsazan ên Amedê; Odeya Endezyarên Elektrîkê, Odeya Endezyarên Makîneyê, Odeya Endezyarên Avahiyê, Odeya Endezyarên Erdnasiyê, (Jeolojî) Odeya
Endezyarên Çandiniyê, Odeya Endezyarên Nexşe û Kadastroyê, Odeya Endezyarên Madenê
(Lajwerd) û Odeya Avahîsazan bi hev re xebat meşandin.
Di pêvajoya vê xebatê de rêveber, rayedar an jî kesên têkildarî van beş û pîşeyan, bi
piştgiriya komele, enstîtu, zimannas û ferhengsazan, her kesek ji aliyê xwe ve xebatek û
lêkolîneke serbixwe da destpêkirin. Her hefte yan jî ji du hefteyan carekê, di derbarê encamên lêgerîn û lêkolînan de civîn pêk hatin. Di van civînên bi zaravayên kurdî û pirrengî, li
ser peyvên ku hatine berhevkirin, her kesî/ê şîrove û nêrînên xwe bi lêv kirin û ji bo her peyvê bi kitekit serê xwe êşandin. Di encama van civînan de danehev û afirandinên xebatkaran,
ji aliyê lijneyê ve hatin tomarkirin û dabeşkirin. Ji destpêka xebatê heta dawiya komxebatê,
bi riya çapemeniya azad, gelê kurd û kesên têkildarî mijarê, di derbarê pêvajoya xebatê de
hatin agahdarkirin û bangewaziya tevlîbûna xebatê hat kirin. Piştî van kombûn û civînên
berhemdar, ji hin kesên dilxwaz ên endamên TMMOB’ê, lijneyek hat avakirin. Ev lijneya ku
ji kesên dilxwaz pêkhatî bû, bi danehev û tomarkirinên xwe yên ku ji 10 hezar peyvan pêk
dihatin çûn Başûrê Kurdistanê. Li wir bi hevpîşeyên xwe û bi hîndekarên beşên endezyariyê
yên zanîngehan û bi pisporên zimanê kurdî ên herêmê re hevdîtin pêk anîn. Di van hevdîtinan de danehevên xwe bi hev û din re parve kirin. Piştî van danûstendinan, endamên xebatê
û kesên têkildar, ji bo ku komxebateke berfireh bê lidarxistin, ji welêt û derveyî welêt gelek
kes vexwendin Amedê. Bi tevlîbûna 36 pisporên ku Ji Rojhilat, Başûr, Bakûr, Rojava, Tirkiye
û Ewropayê hatibûn, bi hemû zaravayên kurdî, di navbera 11-15’ê Gulana sala 2012’an de piştî
22
danûsitendinên di derbarê zaravên teknîkî de komxebateke ku ji 5 rojan pêk dihat ji hêla
TMMOB û TZPKurdî ve hat li darxistin. 10 hezar peyvên ku hatibûn tomarkirin bi endamên ku
tevlî komxebatê bûn re hatin parvekirin. Ji van peyvan, peyvên hin beşên girîng ku pêdivî pê
hebû piştî niqaş û şîroveyan bi awayekî zelal hatin pejirandin. Ev xebata ku di dîroka zimanê
kurdî de xwediyê cihekî girîng e, di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de bi dawî bû.
Em dixwazin encama vê xebatê bi raya giştî re parve bikin.
Komxebata me di dawiya xebata xwe de gihîşt van encaman;
1- Em di serî de dikarin bibêjin; vê komxebatê nîşan da ku xebatên zimên kedeke mezin û
demeke domdar dixwazin.
2- Bi demê re di zimanan de hinek guherin bi pêş dikevin, mirov dikare bibêje ku pênc
sedemên sereke yên van guherînan hene;
- Bi derketina zaravên teknikî yên nû
- Bi bandora zimanên serdest û yên têkildar
- Bi pêşketina fikir û ramanên nû,
- Bi pêşketina weşanên teknîkî,
- Bi pêşketina zanistiyên bi ziman ve têkildar.
Ev guherîn di demeke dirêj de ku mirov qet hîs nake, pêk tên.
Ji ber ku bi zimanê kurdî perwerdehî qedexe bû û bê parastin bû, ev pênc xal bi awayekî
neyînî û bi xurtî di zimanê kurdî de bi pêş ketine. Heke em bi xebatên wiha nikaribin neyîniyan ji holê rakin jî divê em pêşî li pêşketina van neyîniyan bigirin.
3- Hewce ye ku em jî pêşî li guherînên neyînî yên li ser zimanê xwe bigirin û zimanê xwe
li gorî hişmendî û paradîgmya civaka xwe ya nû, bi peyvên nû dagirin û di her warî de
termînolojiya xwe ava bikin, vê termînolojiya xwe di her qada jiyanê de bi kar bînin.
4- Em ji bîr nekin ku her civak tenê dikare bi zimanê xwe çand, dîrok, nasname û tevahiya
dewlemendiya xwe biparêze.
5- Ziman bingeha sazîbûna civakê ye. Ji ber ku di civakê de her mirov di serî de vê saziyê
nas dike û tevahiya saziyan bi ser vê sazîbûnê re ava dibe û bi pêş dikeve.
6- Lewre em dikarin bi hêsanî bibêjin ku teşedayîna ziman, teşedayîna civakê ye. Bihêzbûna ziman, bihêzbûna civakê ye.
7- Em hêvî û daxwaz dikin ku di her çar parçeyên Kurdistanê de astengî û qedexeyên li ser
zimanê kurdî rabin û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
8- Em ji gel rayedarên her çar parçeyan daxwaz dikin ku di karên xwe yên teknîkî de
zaravên kurdî bi kar bînin û pêşî li qirêjbûna zimanê xwe yê qedîm û birûmet bigirin.
9- Bi saya vê komxebatê me gelek cerebe bi dest xistin. Hat fêmkirin ku ev xebat xebateke
domdirêj e. Ji ber vê jî berdewamiya wê ji aliyê delegeyan ve hatiye erêkirin.
Em wekî komîteya amadekar, li ser navê TMMOB û TZPKurdî û li ser navê delegeyên
23
komxebatê spasiyên xwe pêşkêşî serokên odeyên endezyar û avahîsazan dikin ku biryara vî
karê pîroz dan. Dîsa em spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Endezyarên Kurdistana Federal dikin
ku bi piştgirî û alîkariya xwe hêz dan me û rê li ber me vekirin. Ji bo ku zanîngeha Silêmaniyê
tevî çar mamosteyên xwe yê hêja tevlî komxebata me bû em ji dil û can spasiyên xwe ji wan
re pêşkeş dikin.
*Em hêvî dikin ku ev komxebat ji bo dahatuya zimanê kurdî û civaka kurdî bibe pêngaveke xurt.
DELEGEYÊN KOMXEBATÊ
24
26