W ergêra Çîrokê: Berfîn A yşe Öğüt

Transkript

W ergêra Çîrokê: Berfîn A yşe Öğüt
Wergêra Çîrokê: Berfîn Ayşe Öğüt
Lehengên ku Çîrokên Xwe Terikandine
Deniz Kaynak
Sibat 2016 2016, İstanbul
Îllustrasyon: Erkin Gören
Sêwirandina Pirtûkê: Gamze Özer
Koordînasyon û Amadekariya Weşanê:
Nurcan Çetinbaş, Ebru Batık
Wergêra Çîrokê: Berfîn Ayşe Öğüt
Çap: Seçil Ofset
100. Yıl Mahallesi, Massit Matbaacılar Sitesi
4. Cadde No:77 Bağcılar, İstanbul
Di qonaxa nivîsandina Pirtûkê de ji bo ked û alîkariya wan, em ji hevalên hêja; Duygu
Yılmaz, Özge Cinkılıç, Nihan Karabıyık, Ayhan Tek Geveri, Ruken Güven, Berfin Ayşe,
Berfin Yıldız, Zehra Aktaş, Fatma Bostan Ünsal, Sibel Çetinbaş ü Berfin Ayşe Öğüt re
spas dikin.
Ev pirtûk ji aliyê Komeleya Bana Jinan a Mûşê ve hatiye amadekirin. Hemû mafên
weşanê aydî komelê ne.
www.kadincatisi.org.tr (0 436) 212 50 53
Ji bo Leyla, Alî û hemû zarokên dilpak.
Saetên ku Leylayê herî zêde jê hez dikirin, saetên êvarkî bûn. Lewra
dê û bavê wê di wan saetan de ji kar vedigeriyan, piştî xirecira xwarin,
şûştina firaqan û paqijiyê aram dibûn û berî razanê jê re pirtûk
dixwendin. Diya wê her meh piştî ku mehaneya xwe distand, Leyla
hildida dibir pirtûkfiroş, destûr dida wê ku pirtûka dixwaze hilbijêre.
Bavê wê jî her êvar dengê karakteran teqlîd dikir, carinan di cihên
bikelecan de, di nav odeyê de virde û wirde dibeziya, carinan di cihên
xemgîn de porê Leylayê mist dida û ev pirtûk jê re dixwendin
Ma di kitêbxaneya Leylayê de çi tunebû ku… Pisîka Xweliyê,
Keçderyaya Biçûk, Keçika Kumsor, Hansel û Gretel, Çîrokên Hezar
û Yek Şev, Rapûnzel, Xweşika Razayî, Pokahontas… Leyla êvarekê
ji bo çîroka Ariel Keçderyaya Biçûk digiriya ku ji bo prensê qeşeng
dengê xwe û derya feda dikir. Îcar êvareke din ji ber ku cadûya xerab
dê Hansel û Gretelê bavêje firinê û bixwe ji tirsan ziravqetî dibû. Bi
Pokahontas re ber bi cîhana nîştecihên Amerîkayê, bi Çîrokên Hezar
û Yek Şevî re jî ber bi şevên germ ên Erebistanê ve rêwîtî dikir. Hingî
pirtûk dixwendin hemû ji ber dikirin, paşê jî pênûsa xwe ya sor
digirt destê xwe û ser ciyên ku nediecibandin xêz dikir, dawiyên nû,
hûrgiliyên nû li çîrokan zêde dikirin. Li gorî pirtûkên wê, Heft Hacûc,
ne di madenan de, di baxçeyê xwe de dixebitiyan û firengî û îsot
diçandin. Ji ber ku cadûya xerab a Hansel û Gretelê di kêlika dawîn
de poşman dibû, ew nediavêtin firinê, dibû pîrikeke dilovan û dihat
li mala wan bi zarokan re dijiya. Deryavanê ku dilê Keçderyaya Biçûk
ketibûyê, ji bo wê tê li giravekê bi cî dibe û her roj li peravê di navbera
cîhana her duyan de hev didîtin.
Di rojbûnên wê de gava ji Leylayê dipirsîn û digotin ka tu diyariyeke
1
çawa dixwazî bersiva wê her tim heman bû: pirtûk. Di rojbûna
dehem de jî gava bi kelecan ji nav nivînê pekiya, ji xwe bawer bû ku
dê li ser maseya taştê pirtûkeke nû li benda wê be. Gava bi awayekî
serûsîç, porgijûjî, ling tazî, tevî kincên şevê xwe diavêt metbexê, diya
wê hêkerûna ku herî zêde jê hez dikir çêkiribû û rîçala gulan a nû
kelandibû di ser nan dida. Bavê wê bi hîkehîk keniya:
— Keçika rojbûnê her hal ji bo diyariyên xwe sebir nekir. Got, qene
te serçavê xwe bişûşta.
Diya wê jî pakêta diyariyê, ya ku fîyonkeke biçûk li ser hatibû danîn,
ber bi Leylayê ve dihejand. Leylayê bi kelecan dê û bavê xwe maç kirin
û di nav saniyeyan de pakêt parçe kir.
“Alîs Li Diyarên Herîqe” dayêê, bavo ez gelek spas dikim! Sala çû ji
cêrgî em çûbûn fîlima wê, ji bo xwendina wê ez gelek bêsebir bûm!
Leyla bêyî ku hevoka xwe biqedîne di cih de mabû heyirî. Dest pê
kir rûpelên pirtûkê qelibandin. Berê yekoyeko, paşê pênc bi pênc, deh
bi deh! Çi diqewimî? Diya wê û bavê wê jî ferq kirin ku di vî tiştî de
ecêbiyek heye. Diya wê jê pirsî:
— Leyla can, her tişt li rê ye?
Leylayê hîn jî çavê xwe ji pirtûkê nedigirt û her tim li pêş û paş
xwe dinêrî.
Ev pirtûk vala ye! Bi temamî vala ye! Di nav de rêzikek jî tune ye…
Bavê wê ji ciyê xwe rabû, berçavka nêzker da ber çavên xwe. Gava
pirtûk girt destê xwe:
— Vala çi gotine? Ma tiştekî wisa dibe cana min? Do berî ku ez pakêt
bikim min hinek jê xwendibû.
Rûyê diya wê jî daleqiyabû:
2
3
— Divê çewtiyek hebe. Pirtûkfiroş got ev çapeke taybet e. Heta di
destê wan de tenê ev mabû. Tiştekî wisa çawa dibe?
Leylayê serê xwe dihejand, di dilê xwe de digot divê ez aram bim,
çawa be diya min û bavê min dê vê biserifînin. Lê çavên wê wek ku qet
guh nedidan dengê dilê wê, xuya dikirin. Diya wê û bavê wê pirtûk ji
destê hev digirtin, gava wan ji serî heta binî lê dinêrîn, lêvên wê jî dest
bi ricifînê kiribû û çavên wê jî hêdî hêdî şil dibûn. Her duyan jî rewşa
Leylayê dîtin û dev ji gengeşiya ser pirtûkê berdan. Li şûna ku vê yekê
çareser bikin, soz dan wê ku ew ê heta êvarê wekî vê pirtûkê yeke din
jê re bînin. Leylayê çavên xwe paqij kirin û hewl da ku bimizice, lê êdî
kêf pê re nemabû. Taştêya xwe di nav bêdengiyê de bi lez xwarin.
Gava hatin pirtûkfiroşê Atlantîs ê navenda bajêr, Kêfa Leylayê
hinek hatibû cî. Kêfa wê gelek ji vê dikana bitoz re dihat ku nîvê wê
bi malzemeyên kirtasiyê û pêlîstokên li ser hev bibûn lod, nîvê wê
jî bi pirtûkên kevn û nû tijî bû. Xwediyê dikanê Apê Mistefa jî ji
Leylayê re…. Lê îro ew jî gelek ecêb bû. Li şûna ku, wek ku her tim
dikir, Leylayê li ber derî pêşwazî bike û pirtûka herî dawîn xwendibû
jê pirs bike û pirtûkên nû jê re pêşniyar bike, gava ew ketin hundir
serê xwe jî bilind nekir. Bi îfadeyeke nebextewar pirtûk yekoyeko ji
refikan dadixistin û li ber xwe kom dikirin, wisa li hundirê wan dinêrî
û diavêtin hêlekê. Ji hêlekê ve jî pilepila wî bû:
— Vala! Ev jî vala ye… Ev jî… Hîn do li vir bûn, çawa dibe, çawa?!
Gava Leyla hêdî hêdî xwar bû û yek ji wan pirtûkên ku Apê Mistefa
avêtibû hilda, dizanî ka ew ê çi bibîne. Pirtûkeke Pînokyo ya rûpelên
wê vala girt destê xwe û ji bo bersivekê bibîne serê xwe bilind kir û li
diya xwe û bavê xwe mêze kir, lê ew jî bi qasî wê heyirî û bêçare xuya
4
5
dikirin. Wê çaxê bavê wê, xwe dirêjî qûmandaya televîzyonê ya ser
dezgehê kir û dengê televîzyona ku li qatya hatibû daleqandin vekir.
Li ser ekranê bi tîpên mezin NÛÇEYA LEZGÎN hatibû nivîsîn:
“Çi bû bi lehengên çîrokan? Ji lehengên firarî agahî nayê standin!”
Bêjer bi dengekî kelecan:
— Erê temaşevanên ezîz, ji serê sibê de telefonên me yên navenda
nûçeyan nasekinin. Ji bo nûçeyên rast û lezgîn pêşkêşî we bikin
nûçegîhanên me bênavber dixebitin. Ji bo wan temaşevanên ku
televîzyona xwe teze vekirine em dubare bikin: Vê sibê ji derdora
saet şeşan û vir ve ji lehengên ku çîrokên xwe terikandine hîn jî agahî
nayên standin. Polês dibêjin dibe ku ji ber fîdyeyê hatibin revandin.
Zarokên li çar aliyê cîhanê, tevî dê û bavê xwe şaşwaz û xemgîn in.
Diçin qerenfîlan datînin meydanên bajaran ên navendî û hewl didin
ku li ber deriyê kitêbxaneyan çalakiyan li dar bixin.
Her kesî li wî pirtûkfiroşê biçûk şaşwaz şaşwaz li rûyê hev dinêrîn.
“Lehengên çîrokan ku di pirtûkan de nayên dîtin?!” “Fîdye?!” Li vir
çi diqewimî?! Qasî ku dihat zanîn, lehengên çîrokan bi sedan salan
ji ciyê xwe tev negeriyabûn. Niha çi bibû ku wisa ji carekê ve ji
meydanê winda bibûn? Haya tu kesî jê tune bû ku wê bikaribûna
tiştekî wisa jî bikin. Bi giştî, zarokên ku li van çîrokan guhdarî dikirin
û ew dixwendin mezin dibûn û pirtûk diavêtin hêlekê; lê yên di nav
pirtûkan de, digotin dibe ku zarokekî din were û li çîrokê guhdarî bike,
li wê derê li ciyê xwe disekinîn. Lê niha li dereke xerîb in û nizanin
bê ka dê çi bikin. Her çend di nav hişê her kesî de hezaran pirs li hev
diqelibiyan jî, tu kesî nedixwest bibe kesê pêşîn ji bo axaftinê. Di nav
bêdengiyê de ji nû ve dengê bêjer ê zirav ê bikelecan bilind bû:
6
7
— Tiştekî ecêb e temaşevanên delal! Di jiyana xwe ya weşanê de
cara pêşîn e ku ez rojeke wisa bikelecan derbas dikim. Li gorî agahiyên
herî dawîn, lehengên çîrokan hatine dîtin. Tê diyar kirin ku rewşa wan
a sihetê baş e û ew ê heta saetekê civîneke çapemeniyê li dar bixin.
Naveroka civînê, çima pirtûk terikandine hîn jî ne diyar e. Her ku em
bigihîjin agahiyên nû em ê bi we re parve bikin. Heta wê çaxê em
ê sohbeta xwe bi Alim Saribaş re bidomînin ku serokê Beşa Ziman
û Edebiyata Alman a Zanîngeha Yenişehirê ye. Alim beg wekî kme
berê jî behs kiribû, hûn di mijara çîrokên Grîmm de pispor in.
Ev karakterên li derve digerin, gelo mumkun e xeternak bin?
Apê Mistefa vegeriya ser Leylayê:
— Tu dikarî ji gotinên van bawer bikî? Xeternak bûne! Hihh. Ku
xeternak be, dê cîhan ji bo wan xeternak be ne ew ji bo cîhanê!
Hişê Leylayê tevlihev bibû:
— Apê Mistefa, bi we, ew ê di daxuyaniyê de çi bibêjin?
— Em ê bibînin çavê min, em ê bibînin!
Gava bi destê diya xwe û bavê xwe girt û berê xwe dan malê, Leyla
lê difikirî ku heta niha rojbûneke wisa ecêb derbas nekiribû. Pêşniyara
bavê xwe ya ji bo berfeşîr—xwarinê, ku ne ji dil bû, bêeleqe red kir.
Dixwest demek berî demekê xwe bigihîne malê û li civîna çapemeniyê
temaşe bike. Gava gihîştin malê û televîzyon vekirin, kamera çûbûn
salona ku wê civîna çapemeniyê lê bê kirin û dest bi kêşanê kiribûn
jî. Di hemû qanalên nûçeyan de bêjer, ji bo kesên ku televîzyonên xwe
nû vekirine, kurteya bûyeran dubare dikirin. Ya rast ji ber ku heta wê
saetê tu kesê ku pê nehesiyabû nemabû, heta destpêka civînê dixwestin
li wê derê dema xwe derbas bikin.
8
9
Di dawiyê de, lehengên çîrokan bi cil û bergên ku ji bo wan taybet
lê ji bo cîhana me ya îro gelek bi hingeding xuya dikirin, bi awayekî
yek qor ketin hundirê salonê. Bi rûyê xwe yê sipsipî û dêmên xwe
yên pembe Prensesa Pembo û Heft Hacûcên ku yekoyeko bibûn rêz
û dabûn dû wê; bi porê xwe yê dirêj ê ku digihîje erdê, Rapûnzel; bi
pêlavên xwe yên camîn, Pisîka Xweliyê; Xweşika Razayî ya ku mirov
digot qey ji Siwarçakê xwe xeyidiye; bi selika di destê xwe de Keçika
Kumsor… Ew xwişk û birayên ku wekî ku tirsiyabin, xuya dikin û
bi destên hev girtine heye ku Hansel û Gretel bin. Te dît ew xwişk û
birayên ku cadûya xerab wan bi pastê li malê dike esîr û dixwaze wan li
gorî dilê xwe qelew bike. Keçderyaya Biçûk Arîel jî li ser çîpên xwe yên
nû bi dest xistibûn û bi zorê li ser wan disekinî, ji ber ku ji bo prensê
ku bibû evîndarê wî dev ji dengê xwe berdabû, dixwest bi tevgerên
destan ji Şehrezatê re, ku li kêleka wê sekinîbû, tiştinan bide famkirin.
Bala her kesî li ser wan bû, ji salonê tu deng jî dernediket.
Rojnamevan li salona civînê, temaşevan li ber televîzyonê, ji bo ku
ji peyveke wan nemînin bêpejn sekinîbûn. Di dawiyê de, piştî ku bi
kuxikeke kubar qirika xwe paqj kir, cara pêşîn Prensesa Pembo dest bi
axaftinê kir:
— Hûn hemû bi xêr hatine. Haya me jî jê heye ku hûn di nav
meraqê de ne. Ji ber vê em lêborîna xwe dixwazin. Lê bi sedan salan e
em di nav çîrokan de asê mabûn û ji tiştên dihatin serê me bêzar bibûn.
Gava rojnamevanan bi şaşwazî li hev mêze dikirin, lehengên din
jî bi serê xwe gotinên Prensesa Pembo piştrast dikirin . Paşê Pisîka
Xweliyê domand:
— Ji bo ku ji wan re bibin mînak, ji bo ku hûn kêfa wan bînin
çîrokên me ji zarokên xwe re dibêjin. Piştî ku hûn mezin dibin jî
carinan li siwarçakê xwe digerin an jî xeyal dikin ku bibin prenses.
Hûn dixwazin pirsgirêkên we bi tozên periyan ên bi cîhaneke bisêr an
jî bi şivikeke bisêr çareser bibin.
Xweşika Razayî gavek pêşde çû û domand:
— Lê îcar werin van hemûyan ji me bipirsin. Hundirê wê me,
derveyî wê we dişewitîne. Gava hûn kêfa xwe bi çîrokên me tînin, hûn
naxwazin binpêkirina mafên me bibînin, di roja îroyîn de gava ku ew
serpêhatî bihatana serê zarokekî wê bibûna sebeb ku we yê derdor
hemû serûbin bikira, gava di nav çîrokan de bin, hûn wan li ser rêya
bextewariyê wek qezayên biçûk dibînin. Wek mînak, ev mirovê kêleka
min ê ku wê bibe prens, gava ku hat ji bo ku min ji xewa sed salî, ya
ku cadûya xerab bi sêrekê ez xistibûm wê xewê, hişyar bike ma ji bo
wê ramûsanê destûr ji min stand? Razîbûna min erê kir? Lê zarokên
roja me êdî dizanin ku gava yek bêyî destûra wan dest bide wan, wan
ramûse yan jî canê wan mist bide binpêkirina mafê bedena wan e.
Heta ku em nexwazin tu kes nikare destê xwe li me bipelîne û me
ramûse. Bi ser de jî, berî ku ez têkevim xewê, ez hîn 15 salî bûm. Yanî
ji ber ku ez di bin 18 salî de bûm li gorî qanûnan ez hîn zarok bûm.
Çawa ku ji xewê şiyar bûm, berî ku ez fam bikim di nav wî 100 salî de
çi qewimîbû, bi lezûbez em zewicandin. Qaşo wê dawiyeke bextewar
bûya. Bêyî ku em derfeta hev—naskirinê bi dest bixin, di wî emrê
ciwan de em zewicîn. Lê haya me jê tune bû ka me berpirsiyariyeke
çawa girtiye ser milên xwe. Ji ber ku em wê çaxê ji bo zewacê ne amade
bûn, em niha li hev nakin û dixwazin hev berdin. Lê ji ber ku çîrokê
got bextewariya dawîn û qediya, em nikarin çîrokê bidomînin. Em
10
11
niha di zewaceke nebextewar de asê mane. Lê bêlê çi xeyalên min
hebûn. Min dixwest bixwînim û di siberojê de bibim endazyareke
serkeftî. Gava min bizaniya ku zewaca emrê biçûk sûcek e, min
bizaniya ku yên em zewicandin gava ji malbata qraliyetê bûna jî wê
bên cezakirin, ma wê niha wisa bûya?
Rojnamevanan bi matmayî li gotinên Xweşika Razayî guhdarî
dikirin. Ji bîr dikirin ku bûyerên diqewimin bişînin maseya nûçeyan.
Li kuçeyan tu kes nemabû. Her kesî li ber televîzyonên xwe li civînê
temaşe dikir. Yên negihîştibûn mala xwe jî, ji vîtrînên dikanan, li
restorantan, li ku derê televîzyoneke vekirî bidîtana pê ve dizeliqîn.
Di nav re bi pistepist pirs dihatin kirin. Mirovan pirsên wek, “Ma wê
behsa binpêkirina mafan kir? Zarokên rastîn qediyan, îcar jî mafên
zarokên xeyalî derketin?” nn jî “Keçik mafdar e, em van çîrokan ji bo
ku bibin mînak bi sedan salan e ji zarokan re dixwînin, lê ka me bala
xwe daye wan bê ka wan çi peyam dane?” dikirin. Li mala Leylayê jî
rewş ne cuda bû. Gava Xweşika Razayî navbir dayê, Leyla jî vegeriya ser
diya xwe û jê pirsî:
— Dayê, razîbûn çi ye?
— Himm, çawa bibêjim? Mesela yên te jî eynî wek mezinan, mafên
te yên hilbijartinê hene. Tu jî dikarî ji wan tiştan re, ku tu dixwazî bên
kirin, bibêjî erê; ji wan tiştan re ku tu naxwazî, bibêjî na. Ji bo wan
tiştên ku tu dibêjî erê riza te heye, ji bo wan tiştên ku tu dibêjî na jî
riza te tune ye! Di rewşa Xweşika Razayî de, berî ku prens wê ramûse jê
nepirsiye ka tu dixwazî yan naxwazî. Lewra prenses razayî bûye. Di vê
rewşê de ji ber ku prenses nikare bibêje erê, riza wê tune tê hesibandin.
Divê Prens bê destûr ew maç nekira. Keçik mafdar e!
Prensesa Pembo ya ku wê çaxê hemû kamerayan berê xwe dabûnê,
piştî ku destê xwe da milê Xweşika Razayî û ew pê hesand, ji bo
piştgiriyê wisa domand:
— Xwişka min a Xweşika Razayî ne bitenê ye. Gava damariya min
hewl da ku min bi sêveke jehrkirî bikuje û ez di nav darbesteke camîn
de ji xwe ve çûyî radizam, prensekî din jî hat bê destûra min ez
ramûsam. Wekî din jî, bi ser de, ez derdora wan Heft Hacûcên bêhawe
didim hev.
Endamekî çapemeniyê mafê gotinê girt û ji Prensesa Pembo pirsî
— Me navê wan wek Zana, Rûtirş, Kêfxweş, Xewar, Fedyok, Meraqdar
û Lawikê Gurî dizanî. Prensesa rêzdar ma hûn niha ji hemûyan re
dibêjin bêhawe?
— Erê birayê min ê delal, hem bêhawe hem jî tiral in. Qaşo li
daristanê gava ji ber nêçîrvan direviyam, mirovahiyek kirin û destûr
dan ku ez li mala wan bimînim. Xwezî ez ji wê malê neketama hundir.
Ji wê rojê de, min got ha cilên wan, ha firaqên wan ha xwarina wan, ew
porê min ê wek pembo bû wek sivnikê.
Di wê xalê de berê xwe da Heft Hacûcên ku li hewayê dinêrin wekî
ku mijar ne li ser wan be:
— Ma rojek jî teyfika ku we tê de dixwar we bi xwe rakira. Hûn her
roj bi toz û tebara madenê dihatin diketin hundir. Jixwe we dest û rûyê
xwe li baxçe nedişûşt, bi ser de we sol û goreyên xwe jî hema ku der
rast dihatwe divirvirand wê derê. Ji ber ku jin im, ma ez mecbûr im
hemû karên malê bikim? Ma we bi navê wekheviya jin û mêran tiştek
nebihîstiye? Digel vê, we jî dikarî alîkariya min bikin. Gava em hemû
bi hev re karên malê bikin wê kar zûtir xelas bibin. Wê çaxê ez ê jî wek
12
13
we bikarim li derve dem derbas bikim, ez ê ji çûkan re stranan bibêjim,
êm bidim xezalan. Lê her ku hûn wisa tevdigeriyan min xwe ne wek
prensesekê wek koleyekê hîs dikir.
Li ber televîzyonê bû tîqetîqa Leylayê. Ji ber ku Prensesa Pembo ya
ku bi salan e gelek caran xwendibû jî heman wek diya wê ji karên malê
bi gazind bû, jê re komîk hatibû. Dayika wê fam kiribû bi çi dikene:
— Hûn çima dikenin xanima biçûk, Pembo mafdar e! Ji bo tiştên
ku hûn ji xemsariya xwe belav dikin, berhev bikim her roj çi qas dema
min diçe hûn dizanin? Sirf ji ber ku em jin in karên bê hed û hesab
dixin stûyê me: Cilşûştin, fraqşûştin, her roj çêkirina xwarinên bi
sihet ên ku hûn hemû jê hez dikin, ji bo van xwarinan danûstandin,
pêkanîna hewcedariyên xanima biçûk, alîkarîkirina pîra te û kalê te…
Bi ser de jî ez hewl didim ku van hemû karan di navbera wê demê de
bikim ku ji ber karê min ên din maye. Hem deqeyeke min namîne ku
ji xwe re veqetînim, hem îcar çil salan carekê li malê xwarin tune be
hûn hemû rûyê xwe dadileqînin.
— Diya te mafdar e, çi bike em nikarin heqê wê bidin. Bavê Leylayê
bi van gotinên xwe xwest ku navberê hinek nerm bike. Lê hêrsa wê
carekê rabibû.
— Na heyran! Hinek jî hûn van karan bikin ez hewl didim ku heqê
we bidim Fariq beg!
— Tu rast dibêjî hungiva min, lê em zilam çiqas hewl bidin jî nikarin
qasî we baş bikin!
— Aha binêr Leyla can, bavê te jî be, mêr mêr in… Gava li hesabê
wan neyê çawa xwe ji nav derdixin. Gava ku her roj bikî tu yê jî fêr bibî,
meraq neke emrê min!
14
15
Piştî ku ji Heft Hacûcan Rûtirş mîkrofon girt destê xwe, dev ji vê
gengeşiya xweş lê giran berdan:
— Pembo xanim! Pembo xanim dibe ku tu di gazindên xwe de
mafdar bî lê gelo bi rastî jî tu dizanî ka em çi dikişînin? Di hemû
çîrokê de tu jî di nav de we hemûyan ji me re got hacûc, lê ya rast
ev e ku em karkerên zarok bûn, bêyî ku em ronahiya rojê û hewaya
paqij bibînin, di şertên herî zor de rojê 15 saetan bi dijwarî em didan
xebitandin. Li Zana binêre, dixwest bibe dîroknas, Kêfxweş şanoger,
Xewar doktor, Fedyok mîmar, Meraqdar astronot, Lawikê Gurî jî xeyal
dikir ku bibe mamoste. Me hemûyan dixwest ku em mezin bibin û
keçên wek te xweşik û ciwan nas bikin. Lê ji ber ku me nekarî xurek,
ronahî û xewa ku ji bo mezinbûnê hewce dikir bigirin laşên me, û ji
ber ku em bê perwerde man jî mêjiyên me têra xwe bi pêş neketin.
Dibe ku ev ne hincet be, lê çîroka me jî bi tenê ji stran û henekên xweş
pêk nayê. Min xwest ez vê yekê bi we re parve bikim.
Pisîka Xweliyê piştgirî da Rûtirşê ku rûtirşiya wî ji her demê
zêdetir bû:
— Min jî wek van Heft Hacûcan, biborin, wek van heft zarokan
demeke dirêj nekarî bi dû xeyalên xwe bikevim. Wek hûn hemû pê
dizanin, damariya min û xwişkên min, ez xistibûm jêrzemîna malê û
li wê derê divê min roja xwe bi kirina karê şatoyê re derbas bikira. Lê
niha ji ber ku prens di karên malê de berpirsiyariyeke wekhev digire,
jiyana min niha hêsantir bûye. Lê ji ber damariya xwe û xwişkên
xwe min nekarî biçime dibistanê; ez wê êş û janê hîn jî dikişînim.
Heta bavê min ê qral ê delal mir, ez jî wek her kesî diçûm dibistanê.
Mamosteyên min digotin bi taybetî jî di dersên Matematîk û Zanîna
16
17
Fenê de gelek serkeftî yî. Heke min bikariya dibistana xwe bidomanda,
ez ê li ser Biyolojiya Binavî bibûma pispor û min ê li ser balînayan
vekolîn bikira, min dixwest bi ekîbên kifşê re derketama okyanûsan û
binê deryayê bidîtaya. Çi heyf ku heta niha, mafê ku ez ê jiyana xwe bi
kîjan karî bidomînim ji destê min hatibû girtin. Gava damariya min
ez ji dibistanê girtim, min nedizanî ku li hemberî wê mafên min hene.
Lê xebera xweş ev e: Her çiqas emrê min hinek mezin be jî, min biryar
da ku ji bo tu tiştekî ne dereng e. Bi piştgiriya prens, ez ê navê xwe ji
nû ve li dibistanê binivîsim, ez ê pêşîn lîseyê ji derve biqedînim, paşê
jî ez ê têkevim ezmûnên zanîngehê. Wekî din ez ji vê derê bangî hemû
zarokan dikim ku dixwazin wan ji dibistanê bigirin. Mezin her tim ji
bo we ya rast nizanin. Berdewamiya dibistanê heqê we yê herî xwezayî
ye. Gava bixwazin vî heqî ji destê we bigirin û bixwazin di emrekî
zarok de we bizewicînin tu carî razî nebin. Herin cem mezinekî hûn
jê bawer an jî mamosteyekî xwe, rêxistinên civaka sîvîl ên eleqeder,
xeta Wezareta Polîtîqayên Cîvakî û Malbatî ya bêpere, 183, yan jî
hûn dikarin herin rewşa xwe ji polêsan re bibêjin, alîkariyê bixwazin.
Yekane kesa di vê rewşê de ne hûn in. Heke li derdora we hevalekî we
yê di vê rewşê de hebe alîkariya wî bikin. Bi hev re di nav hevkariyê de
tev bigerin ku hûn bi hêsanî nekevin nav tirsê û bêhêviyê.
Li salonê çepikên gurr bilind bûn. Hinek guhdaran bêyî ku pê
bihesin hêsrên çavên xwe paqij dikirin. Jineke ciwan bê alîkariya
şivikên bisêr û solên camîn jiyana xwe diguherand. Ka ji vê xweştir çi
hebû? Gava Prenseseke wek Pisîka Xweliyê ya nazik û kubar jî, bikariya
biryarên wisa wêrek bistanda, wê her kesî bikariya ev bikira.
19
Gurê ku li kêleka Keçika Kumsor di nav kelecanê de nedikarî di ciyê
xwe de bisekine, êdî nekarî xwe ragire û dest bi axaftinê kir:
— Daristanên ku ez lê dijiyam jî xera kirin şewitandin, ew darên
xweşik birîn û li şûna wan avahiyên giştî lê kirin. Hemû hevalên
min ên ku nedixwestin di wan apartmanên bilind de bijîn, daristan
terikandin. Ez jî bi rojan birçî mam, ji birçîbûnê bêhal ketim, paşê jî
wey ezbenî ji ber ku min pîrik xwar em sûcdar bûn.
Ji nav temaşevanan rojnamevanekî pirsî: “Baş e wê mafê jiyana
pîrikê çi be?” Gur wisa bersivand: “Helbet ji bo mirovekî mafê herî
bingehîn mafê jiyanê ye. Lê wê çaxê wê mafê jiyanê yên heywanên wek
min li daristanê dijîn çi be?” “Ma mafê me yê jiyanê tune ye ku em bi
zarok û mezinan re di nav aşitiyê de bijîn, helbet bêyî ku teneke li boça
me girê nedin, bi pihînan bera me nedin. Gava hûn kodikeke xwarinê
û kodikeke avê daynin ber derî, em jî bi zikê têr û bi bawerî bigerin,
ma wê ji bo her kesî çêtir nebe?”
Ev fikrê gur gelek hat ecibandin û guhdaran jê re gelek çepik
lêxistin. Di nav çepikan de, xwişk û birayên Hansel û Gretel bi awirên
fedyok derketin pêş. Gretela xwişka Hansel mîkrofon girt:
— Çîroka me ne di dema şato, balo û mirovên delal û qenc de, di
demeke ji wan gelek tarîtir de derbas dibe. Dema me, aydî demeke
wisa ye ku hem heywan birçî ne hem jî ji ber birçîbûnê mirovan
zarokên xwe diterikandin. Ji ber ku ji bêgavî dixebitîn zarokên xwe
yên pitik bi saetan bitenê dihiştin. Jina bavê me yê darvan jî ji ber tirsa
birçîbûnê bavê me qane dike ku me bibe li nav daristanê berde. Wek
hûn jî dizanin ji bo em rêya vegerê winda nekin, me hûrikên nan li
ser şopa xwe datanîn, Lê ji ber ku çûk jî birçî bûn hemû hûrikên nan
20
21
dixwin. Em jî ji bêgavî diçin li mala cadûyeke xerab disitirin ku mala
wê ji paste û şekir hatibû çêkirin. Hûn dawiya çîrokê dizanin. Cadû
min wek xizmetkar bi kar tîne. Ji bo ku paşê birayê min Hansel bixwe,
wî li ciyekî girtî dihêle û wî gelek qelew dike. Lê em bi ser dikevin
ku rizgar bibin. Em hîn jî li ser wan rojên xerab xewnereşkan dibînin.
Heta ku di çîroka me de malbateke ku ji me hez dike, hewcedariyên
me dabîn dike, qasî ku em pê mezin bibin xwarin û tiştê ku em ji
çoqlatên cadûya xerab jî zêdetir jê hez dikin û bêriya wan dikin, mafê
me yê lîstikan tune be, em tu carî lê nafikirin ku paşde vegerin.
Di vê xalê de rojnamevanek rabû axivî:
— Gretelê gotin anî ciyekî ku me hemûyan meraq dikir. Li gorî ku
we kitêbên xwe terikandine, ji niha û pê ve dê nifşên nû bê çîrokên we
mezin bibin. Ji bo ku hûn vegerin divê em çi bikin.
Şehrazata zana û baqil a ku di çîrokên Hezar û Yek Şevê de ji destê
padîşahê ku piştî dawetê keçên ciwan dikuşt, bi vegotina çîrokên xweş
xelas dibe, bi dengekî nerm lê ji xwe bawer dest bi axaftinê kir:
— Pirtûk malên me ne. Ji bo me gelekan malên me yên bi sedan
salan e me di wan de rojên xweş û xerab derbas kirine. Em hemû
girêdayî mala xwe ne. Lê ev nayê wê maneyê ku, em di malên xwe yên
germ de ji aliyê mirovên ku me herî zêde ji wan hez dikir, em herî
zêde bi wan bawer dibûn, neheqî li me nehatibe kirin. Daxwaza me ne
ew e ku em ji malê xwe biqetin û bê cî û war bimînin. Em dixwazin
jiyana me û xaniyê me di nav ewlehiyê de bin. Em dixwazin azad bin,
rastî şîdetê neyên, li ser jiyana xwe em bi xwe biryaran bigirin, herin
dibistanê, lîstokan bilîzin, gava mezin bibin jî em kengî bixwazin bi
kesê dilê xwe re bizewicin, li ciyê bixwazin bixebitin. Em naxwazin di
nav karê malê de bifetisin. Em dixwazin bi mezinên xwe bawer bin
û gava rastî neheqiyekê hatin bikarin mafê xwe biparêzin. Ji ber wê
hewcedarî pê heye ku çîrok ji nû ve bên nivîsandin. Ne tenê ji bo me, ji
bo nifşên nû yên ku ew ê van çîrokan bixwînin jî.
Keçika Kumsor dewam kir:
— Ji bo çîrok ji nû ve bên nivîsîn em dixwazin ji çar aliyên cîhanê
zarok werin û lijneyekê ava bikin. Em lê difikirin ku qasî me mafê
zarokên ku çîrokên me dixwînin jî heye biryarê bidin ka dixwazin
çîrokên çawa bixwînin û di cîhaneke çawa de bijîn. Di her du hefteyên
pêşiya me de, divê zarok postegehên xwe rêk û pêk kontrol bikin. Piştî
mehekê, di 20’ê Çiriya Paşîn, di roja Mafên Zarokan ên Cîhanê de em
ê civînekê li dar bixin, wê ji 194 welatan 194 zarok ji bo ku beşdarî
civînê bibin dê vexwendnameyên bigirin ku hemû mesrefên wan tên
dayîn. Gava ji ber sebebekê zarokek nekare beşdarî civînê bibe wê li
şûna wan ji lîsteya berdest zarokên din werin hilbijartin. Di diyarkirina
lîsteyê de em ê bala xwe bidinê da ku keç û kur wek hev di civînê
de bên temsîlkirin û zarokên di navbera emrê 6—18’an de wek hev
nûnertiya civînê bikin. Wekî din wê hemû zarok bi saya rûpelên ser
înternetê, fikir û ramanên zarokên din ên li welatê xwe jî bicivînin,
yanî em dixwazin di civînê de ne bi tenê li ser fikrê xwe, nûnertiya
fikrên hevalên xwe jî bikin. Wekî din piştî vê civînê, em hêvî dikin ku
ji bo çîrokên ku dê ji niha û pê ve bên nivîsîn bişopîne û pêşniyaran li
wan bike platformeke mayende jî ava bibe. Hêvîdar im biryarên me ji
bo me hemûyan bi xêr û xweşî bin.
Piştî bêdengiyeke kurt, ji ber pirsên rojnamevanan ên bi yekdengî
xultexul bi salonê ket. Wê çîrokên berê çi bibûna, wê hemû prens bi
22
23
hev re biçûna çopê, dê kê şato paqij bikirana, wê ji bo van meseleyên
ew qas girîng zarokan çawa biryar bidana? Ji her serekî dengek
derdiket. Şehrazatê bi destê xwe îşareta arambûnê li haziran kir:
— Em dizanin ku pirsên we hene, lê piştî hevdîtina lijneyê em
dixwazin biryara van bidin. Wekî ku me got, ev me tenê eleqeder
nakin hemû zarokên cîhanê eleqeder dikin. Û bêyî ku em bi wan re
gengeşiyê bikin em naxwazin gavên nû bavêjin. Niha bi destûra we, ji
bo hatina vê derê em ji rêyên gelek dûr û zor û zehmet hatin, em niha
dixwazin herin bêhna xwe bidin.
Gava lehengên me hema çawa ketibûn salonê bi wî awayî derketin,
rojnamevanan hema bibêje êrîşî ser wan dikir. Xultexulta salonê hema
bibêje êdî bibû wek qajewajê. Tam di wê kêliyê de, ji deriyê salonê ê
kêlekê, komeke parastinê ket hundir ku ji hûtên çîrokan ên lêveke wan
li erdê lêveke wan li asîman, mexlûqên nîv—mirov û nîv—şêr, kûçikên
sêserî û ji ejderheyan pêk dihat. Êdî hûn bêdengiya ji nişka ve ya salonê
texmîn bikin. Piştî xuyakirina van mexlûqan, têr kir ku rojnamevan
wek berxikan salonê biterikînin.
Lê li mala Leylayê, tiştê herî dawîn dihat hiş bêdengî bû. Leyla bêyî
ku hilma xwe bigire pirsên xwe li dû hevdu rêz dikirin, ji hêlekê ve jî li
ser palgehan lotik didan, ji kêfan carekê xwe diavête hembêza bavê xwe,
carekê xwe diavête hembêza diya xwe û ramûsan li wan dibarandin:
— Ka hûn bawer dikin? Gelek gelek baş e, ne wisa? Di çîrokan de
çi hebe, em zarok dê biryarê bidin… Fikrekî nuwaze ye; mirov tam jî
ji lehengên çîrokan dikare fikrekî wisa bendewar bike. Bi we, rêjeya
hilbijartina min ji sedî çend e? Li Tirkiyê çend zarok hene? Gelo 20
mîlyon hene? Zor e ne wisa? Bila be ez ê jî di înternetê de binivîsim.
Fikrên min ên nuwaze hene. Bi salan e, min amadekariya vê yekê dikir.
Min emrê xwe ji bo vê meselê xerc kir.
Dê û bavê wê dikeniyan:
— Emrê xwe xerc kiriye? Ma wê ji emrê te çi çêbe pincê?
— Wisa nebêje rindê ber dilê keça xwe, qîza me bi rastî jî ji bo vê
meseleyê gelek xebitiye. Ma nabînî porê wê spî bûye. Şevên xwe yên
dirêj bi xebatê derbas kiriye.
— Lêê, lêê, dayê! Hûn hîn qerfên xwe bi min bikin. Fikrên min ên
mezin wê çîrokên cîhanê biguhêrin, hûn ê bibînin. Divê ez ji niha ve
dest bi xebatê bikim. Gelo ji kîjanê dest pê bikim? Keçderyaya Biçûk
ku hîn nikare biaxive. Dibe ku em ji wê dest pê bikin. Yan jî em ji
Prensesa Pembo re alîkarekî bişînin. Heyf e, keçik êdî di nav karên
malê de gêj bûye. Di vê navberê de we Gretel dît? Keçeke çi qas şîrîn e
ne wisa? Jixwe ez her tim lê difikirîm ku dikarim pê re bibim hevaleke
baş. Hûn çi dibêjin?
Bavê wê got:
— Hinek navbirê bidê em hinek bêhna xwe bidin, çi bûye çi
qewimiye em hinekî fam bikin û bi eniya xwe girt.
— Êdî tiştekî wisa tune ye. Mezinan têra xwe xeber da û me jî têra
xwe guhdarî kir. Mafir ku niha dora axaftinê ya me ye, ka hinek jî hûn
guh bidin me.
Diya wê got:
— Tu mafdarî keça min a biçûk. Tu çima naçî odeya xwe û notên
xwe yên heta niha rêk û pêk nakî. Sibê êvarê tu yê ji me re jî bibêjî.
Heta malpera înternetê vebe em ê hinek li ser wan bixebitin.
— Fikrekî pir baş e. Ez heman dest pê dikim. Heta sibê min aciz
24
25
nekin. Sibê êvarê ez ê bi fikrên gelek baş derkevim pêşberî we. Min
bişopînin, dewam bikin.
Pelerînê xwe yê nepen li ba kir û xiste sê çar gav û bazda odeya xwe.
Di wan her du hefteyan de ku li bendê bû ku vexwendname jê re
were, heçku dem hinekî din giran derbas dibû. Leylayê heta êvarê li
deftera xwe ya zer a her tim bi xwe re digerand not dinivîsandin. Bi
awirên nivîskara romenekê, li ser hûrgiliyên ku dixwaze di çîrokan
de bibîne û leheng û dawiya romanê dixebitî. Êvaran jî ev ji diya xwe
û bavê xwe re digotin. Dê û bavê wê jî garis diteqandin û wekî ku
li fîlimekê temaşe bikin, li van çîrokên ku keça wan bi hûrgilî û bi
kelecan li ser wan dixebitî guhdarî dikirin, bi dizî bi keça xwe serbilind
dibûn.
Leyla di hefteya pêşîn de bi kelecan baz dida postegehê, gava
vedigeriya malê ji bo vexwendnameya ku dê sibê were li gorî xwe sêr
çêdikirin. Heke wê rojê hemû kerevîzên xwe biqedandana dê sibê
vexwendnameya wê bihata. Yan jî bêyî ku lê biterpile bikare xwe ji
ser ben 100 caran hol bike, wê vexwendname sibê di postegehê de be.
Ber bi nîveka hefteya duyem ve, wekî ku kêfa wê hinekî xera bûbû, lê
ji ber ku baş dizanî ku dê û bavê wê nikarin li ber xemgîniya wê xwe
ragirin, heta jê dihat ew bi xemgîniya xwe nedihesandin. Di dawiyê de,
gava gihîştin êvara roja çardehem, êdî tiştekî ku bikare ji wan veşêre
nemabû. Roja yekşemê, li ser taştê, Leylayê çavê xwe kutabû pencereê,
hema wek ku li dijminekî xwe yê dijwar binêre li postegehê mêze dikir
ku di nav perdeya tûl re xuya dikir.
— Dayê can, gelo îro çi name hatine em herin lê binêrin?
Dayika wê dixwest bêhêvîbûna keça xwe bi henekan bide jibîrkirin:
27
— Gelo dibe ku çi hatibe? Dibe ku fatûra filan bin. Ma tiştekî ku tu
li bendê yî heye Fariq?
Bavê wê jî lîstok didomand. Di bin simbêlan re keniya:
— Naa… Em ê sibê lê binêrin. Ka wê vê roja yekşemê çi were.
Leylayê nedikarî di ciyê xwe de bisekine.
— Me dîsa jî lê binêriya… Dibe ku tiştekî lezgîn hebe? Dibe
ku mirovekî me dizewice û vexwendname şandibe û dibe ku
vexwendname di postê de wenda bûbe û ji bo em bibersivînin roja
dawîn be. Hûn ê çawa pê bizanin? Ya rast ez herim lê binêrim.
Diya wê bi ken jê re got:
— Êh de hadê here lê binêre. Em naxwazin ji daweteke nasekî xwe
bimînin.
Ew jî hema qasî Leylayê bikelecan bûn. Dizanîn ku di nav 20
mîlyon zarokan de hilbijartina Leylayê îhtîmaleke pir dûr e. Lê keça
wan ev yek, ew qas zêde dixwest û ji bo wê ew qas zêde dixebitî, wisa
hîs dikirin ku dê qeder vê hewldana wê bê bersiv nehêle. Lê hîn Leyla
neketibû hundir, li ser ekrana televîzyonê zarokek xuya kir ku ji ber
gepên wî yên sor û tijî çavên wî hatibûn girtin, sîmokîn lê kirine û
eynî dişibiya berfemêrekî.
— Erê temaşevanên delal, kelecana du hefteyan bi dawî bû! Diyar bû
ka wê ji Tirkiyê kî beşdarî civîna lehengên çîrokan bibe. Mîqrofonên
me niha li cem nûçegîhanê me Reha Bîldîrîcî ye ku ew ê ji mala
nûnerê me yê biçûk agahiyan bide me. Erê Reha, tu dikarî zarokê
bisiûd bi me bidî naskirin ku dê beşdarî civînê bibe?
— Temaşevanên delal, ev du hefte ne ciyê meraqê bû ka dê kî beşdarî
lijneya çîrokan an jî wekî ku medya behs dike Şûraya Bisêr bibe. Em
niha li mala Tosin Paşazadeoglu ne ku ev vexwendnameya bisiûd bi
dest xistiye. Tosinê 11 salî, di heman demê de neviyê biçûk ê wezîrê me
yê ragihandinê, Osman Paşazadeoglu ye. Em ê îro bi biçûkê bisiûd re, li
vîlaya kalê wî ya Tarabyayê hevpeyvîneke pir taybet bikin. Erê Tosin, ji
ber bi destxistina vexwendnameyê her hal tu pir bikelecan î, tu dikarî
hîsên xwe bi me re parve bikî?
Tosin bi helwestekê wekî ku mezin be û paşê biçûk bûye, destê xwe
ji bêrîka sîmokînê xwe yê biçûk derxist û bi tevgereke ku wek li ber
eynê berê ceribandibe piştî ku porê xwe paşve avêt bi dengekî xemsar:
— Kelecan? Erê bawer dikim mirov dikare bibêje ku hinek kelecana
min heye.
Bêdengî… Nûçegîhanê ku ji ber vê bersiva kurt hinek heyirîbû,
derbasî pirseke nû bû:
— Êê ka bibêje.. ji bo pêşkêşî Şûraya Bisêr bikî çi fikrên te hene?
— Ez lê difikirim ku di çîrokan de sehneyên şer zêde bin. Teqez
divê em hîn zêde nînjayên firok û eskerên robot bibînin. Bi taybetî
jî di çîroka Rapûnzel de. Gava ku dê prens ji bo ku hilkişe ser qûleya
ku Rapûnzel tê de girtiye, bi porê wê digire û hildikişe, dixwazim ji
asîman ejderhayek were û porê keçikê bişewitîne. Bi gotina bavê xwe
nekirin çi ye, bila bibîne. Wekî din jî divê em li ser gengeşiyê bikin ka
prens çima her tim bejin dirêj, kej û bi masûlke ne. Ez bi xwe, ji ber ku
eslê min digihîje heta Mahmûdê nehem, hema bibêje ez jî prensek im.
Îcar di ezbeta me de, qelewbûn nîşana sihet û esîlbûnê ye.
Nûçegîhan li hemberî van pirsan heyirî ka çi bipirse. Gava qertên di
destê wî de lerizîn û paşve pêşve çûn û hatin, ji nivîsgeha navendî ya
nûçeyan anonsa reklamê hat bihîstin.
28
29
Leyla li ber derî bi qapûtê ku bi ser pîjema û şimikan ve li xwe
kiribû, dev–vekirî mat mabû. Dê û bavê wê ji ciyên xwe rabûn ji bo ku
di ber dilê wê bidin çûn cem wê.
— Li ber nekeve keça min a şîrîn! Tu hîn jî dikarî li ser malpera
înternetê fikrên xwe binivîsî. Di dawiyê de gava ev zarok here wê derê,
nayê wê wateyê ku ew ê tenê bi fikrên xwe here. Ji bo nûnertiya hemû
zarokên welat diçe wê derê.
Leylayê li ber xwe dinêrî, bi tenê serê xwe hejand. Bêyî ku bersivê
bide bi jor ket û çû odeya xwe. Di rojên din de êdî behsa çîrokan jî
nekir. Dê û bavê wê ketibûn tatêlê. Çend caran hewl dan jê re bibêjin
ku jixwe îhtîmala çûyîna Şûraya Bisêr gelek kêm bû lê dikare li ser
înternetê her tim fikrên xwe binivîse. Lê Leylayê her carê bi hinceteke
cuda, ne li deftera xwe ya zer a delal mêze kir ne jî destê xwe da
kompîtira xwe. Herî dawîn gava roja paşîn ku hat wê malper ji bo
fikir û ramanan bê girtin, dê û bavê wê xwe ranegirtin. Piştî ku Leyla
raza, deftera wê ya zer hildan û çîrokên ku keça wan nivîsîbûn carinan
bi ken carinan jî bi xemgînî, hemû derbasî kompîtirê kirin. Gava roj
hilhat û ji girtina malperê re gelek hindik mabû, ji jimara rûpelên
sererastkirî heyîrîn ku hem wan hem jî Leylayê ev rûpel sererast
kiribûn. Bi giştî li ser 50 çîrokan qasî hezar pêşniyarên guhartinê
hebûn. Ji van 100 hebên dawîn wan bi xwe nivîsîbûn. Leylayê kedeke
gelek mezin dabû van. Û her hal heqê wê hebû xemgîn bibe ku li şûna
wê ew zarokê ku dixwest çîrokan ji berê jî xerabtir bike tev li Şûraya
Bisêr bibe.
Serê sibê gava rabûn, di nûçeyan de dîsa anonsên “nûçeya lezgîn”
derbas dibû. Jixwe di van rojan de roj derbas nedibû ku “nûçeyeke
lezgîn” wek bombe nekeve nav rojevê. Tu kesî gazind nedikir ku rojeva
berê bi bombe, kuştin û skandalan hatibû dagirtin niha ji bo demekê
bi çîrokan tijî bûye. Lê çi heyf e ku îro dîsa bi skandalekê re rû bi rû
mabûn ku qet ne li bendê bûn. Bêjer diaxivî bêyî ku pêşî li ber îfadeya
rûyê xwe yê hêrsbûyî û xemgîn bigire:
— Temaşevanên delal, em bi skandaleke sextekariyê ya mezin
re rû bi rû mane. Du hefte berê em wek welat bi nûçeya ku wê
Tosin Paşazadeoglu yê neviyê biçûk yê wezîrê ragihandinê Osman
Paşazadeoglu beşdarî Şûraya Bisêr bibe kelecanî bibûn. Lê îro di
vekirina Şûraya Bisêr de, ji aliyê dayika Pisîka Xweliyê ya perî ve
kontrolkirina vexwendnameyan hat kirin, di vê kontrolê de hat
xuyakirin ku Tosinê biçûk ji bo beşdarî Şûrayê bibe tev li sextekariyeke
mezin bûye. Ji nav Çîrokên Hezar û Yek Şevê gazî falbazekê dikin, Piştî
ku falbaz li fala qehwê dinêre hîn dibe ku Tosin xwe çawa gihandiye
bilêtê. Wezîrê ragihandinê Osman Paşazadeoglu û keçên wî, diya Tosin
Mahpeyker paşazadeoglu û xaltiya wî Mebrûre Paşazadeoglu ji bo
Tosin beşdarî civînê bibe sextekarî kirine, ji ber vê sextekariyê hemû
sûcdar hatine dîtin û hatine derdestkirin. Li gorî îddîaya Xwişka falbaz,
Osman Paşazadeoglu û keçên wî, ji bo ku beşdarbûna Tosin a Şûraya
Bisêr garantî bikin, meqamê rêzdar Osman Paşazadeoglu bi kar anîne,
qasî 200 karmendên posteyê wezîfedar kirine ji bo kontrolkirina
nameyên hatî. Vexwendnameya hatiye şandin bi mînak digirin û li
ser navê Tosin vexwendnameyeke sexte amade dikin. Lê Tosin dibêje
haya wî ji kirinên kalê wî diya wî û xaltiya wî tune ye, ji ber bûyera
qewimiye jî ez gelek xemgîn im. Ji aliyekî ve lêkolînên li ser îddîayan
berdewam in, ji aliyekî din ve jî Şûraya Bisêr qasî saetekê ye civiyayê û
30
31
dixwaze li şûna Tosin ji bo Tirkiyê nûnerekî din hilbijêre. Niha ji bo
diyarkirina encamê em bi salona Şûrayê re têkiliyê girê didin.
Li ser ekrana televîzyonê Pisîka Xweliyê xuya kir û li pêşberî zarokên
li salonê civiyayî û endamên çapemeniyê, dest bi axaftinê kir:
— Beşdarên rêzdar, em bi bûyerekê re rû bi rû ne ku qet li ruhê
Şûrayê nayê ku ev Şûra ji bo di pirtûkên çîrokan de hîn zêde balê
bikişîne mafên zarokan û ji bo cîhaneke adil û wekhev civiyaye. Lê
piştî gengeşiya me ya bi qasî saetekê, me hewl da ku em ji vê rewşê
encameke baş derxin. Gava me şîroveyên ku hatine malpera xwe ya
înternetê dinirxandin, em rastî bikarhênereke derasayî hatin. Wek
hûn jî dizanin ji her aliyê cîhanê ji bo tiştên divê di çîrokan de bên
sererastkirin, zarokan ji me re name dişandin. Bi giştî ev daxwaz serê
zarokekê herî zêde qasî 100—150 heb bûn, Lê bikarhênerekê ji 1000’î
zêdetir şîrove –dikarim bibêjim ku şîroveyên gelek afirîner ên qet
nedihatin hişê me jî di nav de hene—hemû kesên din li dû xwe hiştiye.
Bi ser de jî vê bikarhênerê bi tesadufên ku encax mirov dikare di
çîrokan de bibîne şîroveyên xwe ji Tirkiyê şandine. Em wek Şûra, ji bo
ku vê bikarhênera xwe ya afirîner xelat bikin li şûna pişkeke nû, li şûna
Tosin em dixwazin yekser wê vexwînin vê derê. Em hêvî dikin ku niha
ew jî li ber ekranê ye. Erê Leyla, em behsa te dikin. Em li bendê ne ku
Leyla Yazici bi balafira pêşîn were cem me be. Heta nûnera Tirkiyê
Leyla Yazici were, Şûrayê civîna xwe taloq kiriye. Gelek spas!
Leyla bi rastî jî li ber ekranê bû. Lê ji bo jê bawer bike ku ne
di xewnekê de ye Leylayê çend caran xwe qincurand. Hîn hişê wê
nehatibû serê wê ku telefona mala wan lê xist. Ya digeriya Keçderyaya
Biçûk bû. Ji niha ve dengê xwe paşve qezenc kiribû. Jê re got, ji bo ku
32
33
heta ciyê civînê pê re hevaltiyê bike, ez ê hespekî yekqiloç bişînim. Jê
pirsî got gelo herî zû tu kengî amade yî?
— Heta pênc deqîqeyan!!!
Çavên wê û çavên diya wê ya ku serê xwe bi her du aliyan ve
dihejand li hev aliqîn. Keçderyaya Biçûk dikeniya.
— Ew qas lezgînî jî hewce nake cana min.
— Temam hûn ji sê saetan re çi dibêjin.
Îcar diya wê jî digot temam. Ji hev xatir xwestin û telefon girtin.
Qasek berê di telefonê de bi Keçderyaya Biçûk re axivîbû. Çar hefte
berê yekê wisa jê re bigota ew ê çawa bikeniya. Lê niha ji bo hevdîtina
bi wê re û bi yên din re bawila xwe amade dikir. Tam piştî sê saetan
derî lê ket. Tam jî wekî ku Keçderyaya Biçûk jê re gotibû, hespekî
yekqiloç hatibû ku wê bibe. Bi ser de perên wî jî hebûn. Lêvên hesp qet
nediliviyan lê dengê wî di nav mêjî de olan dida.
— Merhaba Leyla, navê min Zîv e, tu amade yî?
— Amade me, hem jî demeke dirêj e!
Leyla ji ber ku berê li hespekî, îcar ku li hespekî difire, siwar nebibû
diqilqilî. Lê Zîv ew bi baskê xwe bi awayekî wisa lezûbez avête ser
pişta xwe ku Leyla jê hay jî nebû. Serpişta hespê wekî nivîneke nerm
bû. Ji nişka ve xeweke giran ket çavê Leylayê. Xwe di nav keziyên wî
yên nerm de dirêj kir û berî ku çavên xwe bigire tiştê herî dawîn dît
banê sor ê xaniyê wan bû ku ji jor ve ber çavên wê ketibû. Gava hişyar
bû gihîştibûn ciyê xwe. Lê dema ku li hewayê derbas kiribûn nedihate
bîra Leylayê. Heta hatibû di rê de razabû.
Çawa ku gava xwe avêt nav salonê bi çepikeke gurr hat pêşwazî kirin.
Çepik hem ji hêza xeyala vê keçika biçûk re bûn hem jî di dawiyê de ji
bo destpêka civîna Şûrayê bûn.
34
Em wek lehengên çîrokan, em lê difikirin ku ji bo çîrokên kevn
edetên nû wezîfeya zarokan e. Hûn dixwazin di çîrokên nû de
çi bibînin? Divê di çîrokan de guhartinên çawa bên kirin? Hûn
dikarin lehengên nû lê zêde bikin, hûn dikarin di lehengên kevn de
guhartinan çêbikin. Bersiva rast tune ye. Kerem kin hêza xeyala xwe
bidin axaftin!
35
36
37
38
39
40
41
42

Benzer belgeler

kovara marksista kurdî kovara marksista kurdî

kovara marksista kurdî kovara marksista kurdî tiştekî wisa jî bikin. Bi giştî, zarokên ku li van çîrokan guhdarî dikirin û ew dixwendin mezin dibûn û pirtûk diavêtin hêlekê; lê yên di nav pirtûkan de, digotin dibe ku zarokekî din were û li çîr...

Detaylı